Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2362 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2362 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2362 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 488 kes li Hewlêrê, 1014 kes li Silêmaniyê, 687 kes li Duhokê, 60 kes li Helebceyê, 97 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1923 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 304 kes li Hewlêrê, 535 kes li Silêmaniyê, 955 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 92 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 269184

Mirin: 5078

Başbûn: 217329

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.