Li Hewlêrê navendeke vaksînkirinê ji astengderan re hat vekirin

Li Hewlêrê navendeke vaksînkirinê ji welatiyên xwedî pêwîstiyên taybet re hat vekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê navendeke vaksînkirinê ji welatiyên astengdar re hat vekirin. Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê jî radigihîne, mehek e daxwaza xelkê li ser wergirtina vaksînê zêde bûye.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, bi mebesta asankariyê, îro navendeke tendirustiyê ji bo vaksînkirina welatiyên astengdar re hat vekirin.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê diyar kir jî, “Wergirtina vaksînê riyek ji bo xweparastina ji Koronayê ye. Mehek e daxwaza xelkê li ser wergirtina vaksînê zêde bûye, ji ber wê navendên vaksînkirinê hatine zêdekirin.