Li Rojavayê Kurdistanê 39 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 39 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê,1 kes li Reqayê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 19167 kesan, ji wan 1916 kes baş bûne û 770 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.