Li Diyarbekirê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
Seroka Jûra Pizîşkên Diyarbekirê Elîf Turan da xuyakirin, nexweşxaneyên taybet bi xizmetên Koronayê, tijî bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê hejmara pêketiyên Korona yên rojane, 2 hezar kes derbas dike û nexweşxaneyên taybet bi xizmetguzariya Koronayê tijî bûn.
Vayrosa Korona bi cureya Delta li Diyarbekirê û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi awayekî lezgîn belav dibe. Hejmara pêketiyên Korona li Diyarbekirê gihişt 2300 kesan.
Seroka Jûra Bijîşkên Diyarbekirê Elîf Turan da xuyakirin, nexweşxaneyên taybet bi xizmetên Korona tijî bûne. Vîrûsa Delta bi awayekî lezgîn belav dibe, lê rêjeya vaksînkirinê ne di asta daxwazan de ye.
Da zanîn jî, niha di nexweşxaneyên Diyarbekirê de, 650 nexweşên Korona hene û rewşa 160 nexweşan xirab e.