Li Rojavayê Kurdistanê 64 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 64 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 64 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 64 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 12 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 1 kes li Til Koçer, 8 kes li Dêrikê, 6 kes li Rimêlan, 1 kes li Dirbesiyê, 1 kes li Girkê Legê, 6 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê, 3 kes li Dêrezorê û 2 kes li Kobaniyê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 19231 kesan, ji wan 1920 kes baş bûne û 770 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.