Li Zaxo xwesteka welatiyan ser vaksînê zêde bûye
Nêzîkî 20 hezar kesan li Zaxo navê xwe ji bo wergirtina vaksîna ji cûreya Pfizer tomar kirine û li benda wergirtina vaksîna dijî Koronayê ne.
Zaxo (K24) – Nêzîkî 20 hezar kesan li Zaxo navê xwe ji bo wergirtina vaksîna ji cûreya Pfizer tomar kirine û li benda wergirtina vaksîna dijî Koronayê (Covid-19) ne.
Ji ber xwesteka zêdeya li ser vê cûreya vaksînê, welatiyên li Zaxo piştî tomarkirina navê xwe, 10 – 15 roj çaverêya wergirtina vaksînê dikin.
Welatiyek ji K24ê re eşkere kir ku ew hefteyek li benda wergirtinê bûye û piştî jê re peyam hatiye ku ji bo wergirtina vaksînê dora wî hatiye, serdana navenda tendirustiyê kiriye.
Ji ber xwesteka zêde ya li ser wergirtina vaksînê, barê li ser bingehên lêdana vaksînê jî giran bûye. Rêveberiya Tendirustiya Zaxoyê li aliyekî bingehên lêdana vaksînê zêde dike û li aliyê din jî demên lêdana vaksînê zêdetir dike.
Heta niha li navçeya Zaxoyê 6 hezar kesan her du dozên vaksînê wergirtine û 13 hezar kes jî doza yekem wergirtine. Li gor plana Rêveberiya Tendirustiya Zaxoyê ji bo metirsiya Koronayê li deverê kêm bibe, divê 80 hezar kes vaksînê werbigrin.