11 gundên Nisêbînê hatin karantînkirin

Li 11 gundên Nisêbîna Mêrdinê biryara karantînkirinê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li 11 gundên Nisêbîna Mêrdinê biryara karantînkirinê hate dayîn. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, 90 milyonê zêdetir vaksîn hatine wergirtin.

Di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de, li 11 gundên Nisêbîna Mêrdînê biryara karantînkirinê hate dayîn.

Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rêjeya herî kêm ya vaksînkirinê li Mêrdînê ye.

Li Diyarbekirê jî piraniya kesên ku di bin çavdêriya hûr de ne, ewên ku vaksîn wernegirtine ne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê jî, li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, heta niha wek daneyên yekem, duyem û sêyem, zêdetir ji 90 milyon vaksîn hatine lêdan.