Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1921 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1921 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1921 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 512 kes li Hewlêrê, 706 kes li Silêmaniyê, 504 kes li Duhokê, 45 kes li Helebceyê, 129 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2440 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 413 kes li Hewlêrê, 920 kes li Silêmaniyê, 987 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 56 kes li Germiyanê û 39 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 284650
Mirin: 5283
Başbûn: 237061
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê y