Li Êlihê di heftiyekê de 40 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ligel bilindbûna hejmara pêketiyên Koronayê, hejmara kesên dimirin jî zêde dibe. Di nava heftiyekê de ciwan jî di nav de 40 kes bi koronayê mirin.

Heta berî du mehan Êlih yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê yê herî kêm welatî bi Koronayê diketin bû. Piştî rakirina rêkarên xweparêziyê, êdî rojane nêzî 650-700 kes bi Koronayê dikevin.

Nexweşxaneyên bajêr jî ji pêketiyên Koronayê tijî bûne. Di nava heftiyekê de jî ciwan jî di nav de 40 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hejmara rûniştvanên Êlihê nêzî 628 hezar kesî ye û heta niha ji sedî 60 ê welatiyan hatine vaksînkirin.