Li Îranê 614 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 614 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 614 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 26 hezar kes jî bi vîrusa Koronayê ketin.
Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand; di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 26 hezar kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê da zanîn jî, ji duh ve 614 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 105 hezar û 901 kesan.