Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 130 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 130 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 20316 kesan, ji wan 1954 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.