Li kampa Qadya teqîn.. 2 zarok hatin kuştin
Teqînekê li kampa Qadya li Zaxo rû da û di encamê de 2 koçberên zarok hatin kuştin û 3 koçberên din jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînekê li kampa Qadya li Zaxo rû da û di encamê de 2 koçberên zarok hatin kuştin û 3 koçberên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, şeva borî li kampa Qadya ya koçberên Şingalê li Zaxo rû da û di encamê de 2 zarok hatin kuştin û 3 koçberên din jî birîndar bûn, birîna yekî ji wan giran e.
Di wê derbarê de Berpirsê Liqê Heftdeh ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer ji K24ê re got, heta niha nayê zanîn sedema teqînê çi ye, ew li benda encamên lêkolînên tîmên pispor in.
Koçer got jî: “Şahidhalekî got ku berî teqînê, dengê firokeyekê li wê herêmê hatiye bihîstin. Em nikarin wê tekez bikin, komîteyên taybet piştî lêkolînê dê sedemên teqînê ji raya giştî re aşkere bikin.”
Destnîşan kir jî, wan bi Rêveberê kampê, asayişa herêmê û bijîşkên Nexweşxaneya Hawarhatinê dest bi lêkolînê dikin.