Li Herêma Kurdistanê hemû navendên vaksînê ji bo mamosteyan tên terxankirin
Wezareta Tendirustiyê biryar da, bi dirêjahiya hefteyekê hemû navendên lêdana vaksînê, ji bo mamosteyên Wezareta Perwerde û Perwerdehiya Bilind werin terxankirin.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê biryar da, bi dirêjahiya hefteyekê hemû navendên lêdana vaksînê, ji bo mamosteyên Wezareta Perwerde û Perwerdehiya Bilind werin terxankirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand; ev biryar ji bo parastina canê mamoste û xwendekaran e. Heta niha zêdetirî 60 hezar mamoste navê xwe ji bo wergirtina vaksînê tomar kirine û zêdetirî 22 hezar mamoste jî doza yekem a vaksîna Koronayê wergirtine.
Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Li ser fermana serokwezîr, ji bo girîngîdana bi mamosteyan, piştî gotûbêjkirina vê mijarê, ji bo ku temamê mamoste û fermanberên li nav dibistan, peymangeh û zanîngehan vaksînê werbigrin, gihiştine wê biryarê ku bi dirêjahiya hefteyekê hemû navendên lêdana vaksînê ji bo mamosteyan werin terxankirin.”
Berzincî eşkere kir: “Li gor amarên herî dawî, heta niha zêdetirî 60 hezar mamoste ji bo wergirtina vaksînê navê xwe tomar kirine û nêzîkî 22 mamoste jî doza yekem a vaksînê wergirtine. Di nav wan de 17 hezar mamoste doza duyem wergirtine.”