Li Mêrdînê 17 gund ji ber koronayê hatine karantînekirin

Rêjeya pêketî û mirinên ji ber Koronayê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêjeya pêketî û mirinên ji ber Koronayê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde bûye û heta niha li parêzgeha Mêrdînê 17 gund ji ber Koronayê hatine karantînekirin.

Li gor daxuyaniya Qeymeqamê Stewrê gundê Cillînê ji ber zêdebûna nexweşên Koronayê hatiye karantînekirin û dê 14 rojan karantîne berdewam be.

Herwiha di 2ê Îlonê de li 3 gundên Qoserê jî di çarçoveya tedbîrên koronayê de karantîn hat ragihandin.

Li 2 gundên ser bi navçeya Kerboranê ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê biryara karantinê hat wergirtin. Li aliyê din hefteya borî li navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna koronayê ji îro êvarê ve li 11 gund û taxan ji bo 14 rojan karantîna tê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya navçeya Midyadê li gundê Hêştirk, Dalîn, Qartmîn, Kerşam, Bahwar, Mizîzex, Ebşî, Dêrizbîn, Kindirîb, Kfarxelo biryara karantînayê hatiye wergirtin.

Herwiha bi heman hincetê li gundê Tileyakûb ya bi ser navçeya Nisêbînê biryara qerentinayê hatibû ragihandin.