Amarên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 113 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 113 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 21071 kesan, ji wan 1972 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.