Belcîkya weberhênanê li Herêma Kurdistanê dike

Şandeka bazirganên Belcîkyayê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û weberhênanê di sê sektorên cuda de dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeka bazirganên Belcîkyayê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û weberhênanê di sê sektorên cuda de dikin.

Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Belcîkyayê û hevdîtina bi berpirsên pilebilind ên wî welatî re, niha şandeke bazirganên Belcîkyayê serdana Herêma Kurdistanê kirine, ta projeyên curbicur encam bidin.

Nûnera Jûra Bazirganî ya Belcîkyayê  Jill Suetens ji K24ê re diyar kir, ew di sê sektorên cuda de weberhênanê li Herêma Kurdistanê dikin, ji wan jî di warê çandinî û karsaziyan xaniman de.

 Jill Suetens got jî: “Xala destpêkê ya van projeyan, vedigere dema Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Belcîkyayê kiribû û ligel berpirsên pilebilind ên hikûmeta Belcîkyayê civiyabû. Em pir dilxweş in ku ev derfet ji bo me hate peydakirin, da ku werberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.”

Di wê derbarê de Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Dara Xeyat ji K24ê re got: “Şanda bazirganên Belcîkyayê projeyên xwe amade kirine, ji wan sê xulek ji bo beşdarîkirin û pêşketina jinan di kar de ye. xuleke din taybet e bi berhemênana berhemên resen ê xwemalî ye, ji bo Herêma Kurdistanê bikare wan hinardeyî derve bike. Xuleke din jî derbarê çareserkirina zibil û paşmayan e û dunare nûjenkirina wan e.”