Egîtîm-Sen: Bila perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî bê dayîn
Li Diyarbekirê mamosteyên girêdayî sendîkaya perwerdehiyê Egitîm-Senê bi kongreyeke rojnamegerî behsa pirsgirêkên perwerdehiyê kirin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê mamosteyên girêdayî sendîkaya perwerdehiyê Egitîm-Senê bi kongreyeke rojnamegerî behsa pirsgirêkên perwerdehiyê kirin û daxwaza çareserkirina van pirsgirêkan anîn ziman. Mamosteyên ser bi Egîtîm-Senê ve daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî jî dikin.
Li Diyarbekirê hejmareke mamosteyên ser bi sendîkaya perwerdehiyê Egîtîm-Senê ve li ber derê Lîseya Anadolu ya Ziya Gokalp, di kongreyeke rojnamegerî de behsa pirsgirêkên qada perwerdehiyê kir.
Di daxuyaniya hevpar de mamosteyan bertek nîşanî dirêjkirina dema dersan da û gotin; divê ji ber pandemiyê ders ne 40 xulek bin divê 30 xulek bin.
Di 6ê Îlonê de perwerdehiya li polan dest pê kir, lê di vê demê de li hin dibistanan xebatên nûjenkirinê neqediyan û xwendekar ji bo dibistanên din hatin veguhestin. Egîtîm-Senê bertek nîşanî vê yekê jî da û da zanîn ku diviyabû ji beriya 6ê Îlonê xebatên nûjenkirinê bihatana temamkirin.
Mamosteyên ku vaksîn wernegirtine neçar in ku di hefteyê de du caran testa PCR bidin. Li gorî Egîtîm-Senê ev yek li dijî mafê mirovan e divê ev li ser mamosteyan neyê ferzkirin.
Mamosteyên ser bi Egîtîm-Senê ve ji bo zarokên Kurdan û neteweyên din yên li Tirkiye û Bakur dijîn daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî anîn ziman.