Hevpeymaniya Navdewletî: Bi alîkarîkirina Pêşmerge û jinavbirina DAIŞê pabend in
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro li Hewlêrê komeke alîkariyên leşkerî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirin.
Hewlêr (K24) – Mezinê şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê radigihîne, “Me û Pêşmergeyan, dijminekî me ê hevbeş heye.”
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro li Hewlêrê di merasîmekê de komeke alîkariyên leşkerî û lojistî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirin.
Di merasîmê de Mezinê şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs îro di dema pêşkêşkirina hevkariyan bi hêza Pêşmerge de ragihand, “Me û Pêşmergeyan, dijminekî me ê hevbeş heye û erkê me yê hevbeş jî jinavbirina DAIŞ'ê ye.”
Kolonel Todd Burroughs got jî: “Ti gumana min ji wê tune ye ku ji bo cibicîkirina vî erkî, emê di pêşerojeke nêzîk de bi hev re bi ser bikevin. Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkarkirina bi hêza Pêşmerge re û jinavbirina DAIŞê pabend e. Hêvîdar in ev alîkariyên hevpeymanan ji bo Pêşmerge berdewam bin û Pêşmerge jî sûdê jê bibîne.”