Li Nisêbînê du gund hatin karantînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Gundên Kertwênê û Girêmîra yên ser bi Nisêbînê ve, di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna Koronayê de hatin karantînkirin.

Tendirustiya Nisêbînê da xuyakirin, bo heyama 14 rojan ketin û derketina her du gundan (Kertwênê û Girêmîra) hatiye qedexekirin.

Hê berê jî li Mêrdînê, 17 gund hatibûn karantînkirin.

Desthilata Tirkiyeyê, bi mehên Havînê re qedexeyên Koronayê rakiribûn û jiyan bi giştî hatibû asayîkirin, lê hejmara pêketiyan û mirinên bi Korona her diçin zêde dibe.