Li Merîwanê kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; îro li devera Merîwanê li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di encama teqeya pasdaran de kolberekî kurd bi navê Sîrwan Gulzarî canê xwe ji dest da.
Sîrwan Gulzarî xelkê gundê Cejnê yê Merîwanê bûye.