Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li rêkeftina Dana Gas dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; hikûmeta Amerîka û şîrketa Dana Gas li ser berfirehkirin û pêşxistina bîra gazê ya Kormor ya Herêma Kurdistanê rêkeftin kirine.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; hikûmeta Amerîka û şîrketa Dana Gas li ser berfirehkirin û pêşxistina bîra gazê ya Kormor ya Herêma Kurdistanê rêkeftin kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku dibînim saziya navdewletî ya pêşxistina darayî ya hikûmeta Amerîka bi şîrketa Dana Gas re li ser pêşxistina bîra gazê ya Kormor li Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê û 250 milyon dolar bo wê yekê terxan kirine.”
Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn, ev rêkeftin dê bibe sedema zêdebûna elektirîka erzan û pak, herwiha dê çendîn fersendên kar ji bo xelkê Kurdistanê dabîn bike, da ku “em bikarin paşerojeke baştir ji bo welatê xwe ava bikin”.