Li Rojavayê Kurdistanê 276 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 276 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 276 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 276 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 70 kes li Hesekê, 84 kes li Qamişlo, 43 kes li Dêrikê, 14 kes li Amûdê, 7 kes li Dirbesiyê, 3 kes li Rimêlan, 1 kes li Tirbespiyê, 42 kes li Reqayê, 11 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrezorê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 22056 kesan, ji wan 1991 kes baş bûne û 797 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.