Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bi malbata Mistefa Selîm re nîşan da
Birîkarê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Mistefa Selîm Mehmûd şeva borî koça dawiyê kiribû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawiyê ya Birîkarê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Mistefa Selîm Mehmûd belav kir û tê de sersaxî arastî malbata wî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de, hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên Birîkarê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Mistefa Selîm Mehmûd nîşan da.
Birîkarê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Mistefa Selîm Mehmûd şeva borî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dabû.