Wezîrê Plandananê: Bexda heta dawiya salê dê mehane 200 milyar Dînar bişîne
Ew 200 milyar Dînar ya ku wek sulfe ji bo Herêma Kurdistanê dihat şandin, dê heta dawiya salê berdewam be
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Iraqê heta dawiya salê, bi şandina 200 milyar Dînar mehane berdema dibe.
Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendbûnên xwe li hember yasaya 2021ê cibicî dike.
Wezîra Plandanînê da zanîn, “Şandina para Herêma Kurdistanê ji bûdceya darayî ya giştî ya Iraqê bo sala 2021ê, dereng maye."
Dara Reşîd diyar kir jî: “Ew 200 milyar Dînar ya ku wek sulfe ji bo Herêma Kurdistanê dihat şandin, dê heta dawiya salê berdewam be.”
Li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, heta temambûna proseya hurgiliyên di dahatê û pişka Herêma Kurdistanê de, divê Bexda mehane 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Dara Reşîd got jî: "Em ê di demên pêş de dîsa li ser mijara bûdceya 2021ê û amadekirina projeyasaya budceya 2022'an serdana Bexdayê bikin.”