Amarên nû yê Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 277 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 277 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 5 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 22333 kesan, ji wan 1996 kes baş bûne û 797 kesan jî canê xwe ji dest dane.