Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Patriyark Mar Awayê Sêyem kir
Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo azadiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina pêkhatan dûpat kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 9ê Îlona 2021ê di pêwendiyeke telefonî de ligel Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, bi helkefta hilbijartina wî ya bi Partriyakê Dêra Rojhilata Aşûrî pîrozbahiyê lê kir.
Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo azadiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina pêkhatan dûpat kir û bal kişand ser rola Dêrê û pêgeha wan ya olî ya di bihêzkirina wî kultûra civaka Kurdistan û Iraqê de û hêviya serkeftinê ji bo kar û erkên Qedasetê Partriyak xwest.
Ji aliyê xwe ve Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser girîngiya rola birêz ya li piştgîriya pêkve jiyan û azadiya li Herêma Kurdistanê kir.