Konsulxaneya Amerîkayê pêşwazî li berfirehkirina kêlgeha Kormorê dike
Amerîka pabend e bi piştevanîkirina pêşvebirin û geşeya aborî ya Herêma Kurdistanê.
Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser rûpela xwe ya medyaya civakî ya Facebookê ragihand; Amerîka kêfxweş e bi dabînkirina piştgiriya darayî ya bi qasî 250 milyon dolar ji bo projeya berfirehkirina kêlgeha gazê ya Kormorê.
Konsulxaneyê destnîşan kiriye ku ev piştgiriya darayî ya Amerîkayê dê bibe sedema destgihiştina bi gaza sirûştî ya paqij û erzantir, ji bo berhemanîna elektrîk û warê pîşesaziyê ji bo xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê.
Herwiha eşkere kiriye; Amerîka pabend e bi piştevanîkirina pêşvebirin û geşeya aborî ya Herêma Kurdistanê.
Duh Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû: “Ez kêfxweş im ku dibînim saziya navdewletî ya pêşxistina darayî ya hikûmeta Amerîka bi şîrketa Dana Gas re li ser pêşxistina bîra gazê ya Kormor li Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê û 250 milyon dolar bo wê yekê terxan kirine.”
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kiribû; ev rêkeftin dê bibe sedema zêdebûna elektirîka erzan û pak, herwiha dê çendîn fersendên kar ji bo xelkê Kurdistanê dabîn bike, da ku “em bikarin paşerojeke baştir ji bo welatê xwe ava bikin”.