Li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Parêzgariya Mêrdînê îro ji demjimêr 05:00ê sibehê ve li çend deverên niştecîbûnê qedexeya derketina derve ragihand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Mêrdînê îro ji demjimêr 05:00ê sibehê ve li çend deverên niştecîbûnê qedexeya derketina derve ragihand.
Bi hinceta operasyonên leşkerî yên li deverê, bi biryara Parêzgariya Mêrdînê, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin û operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê jî li navçeyê berdewam e.
Parêzgariya Mêrdînê îro di daxuyaniyekê de ragihand; “Ji demjimêr 05:00 îro înê 10ê Îlonê ve heta derketina daxuyaniyeke duyemîn û bidawîbûna operasyonên li herêmê, li navçeya Artukluyê û gundê Kurika Çeto û mezrayên derdora wê qedexeya derketina derve hat ragihandin.”
Ragihandina qedexeya derketina derve li wê navçeya Mêrdînê, piştî şerê duh ê di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de hat, ku di encama wî şerî de polîsekî Operasyonên Taybet hat kuştin.