HDPê li dijî madeyên hişbir helmetek da destpêkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî bikaranîna madeyên hişbir helmetek da destpêkirin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî bikaranîna madeyên hişbir helmetek da destpêkirin. Helmet bi civînek çapemeniyê hat ragihandin û Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier anî zimên ku dewlet li Bakurê Kurdistanê çavê xwe ji bikaranîna madeyên hişbir re digire.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan HDPê li Diyarbekirê bi diruşmeya “Em berbendiyê bişkînin û jiyana nû ava bikin” helmetek li dijî bikaranîna maddeyên hişbir da destpêkirin.

Helmet bi civîna çapemeniyê ya Meclîsa Ciwanan a HDPê hat ragihandin û ciwanan amaje kirin ku dewlet bi polîtîkayên ewlekariyê kamera û wesaîtên zirîpoş li her derê cîbicî kiriye lê van derfetan bo pêşîlêgirtina bikaranîna maddeyên hişbir bi kar nayne.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier jî di civînê de axivî û anî zimên ku dewlet li bajarên Bakurê Kurdistanê bi zanebûn rê li ber bikaranîna maddeyên hişbir vedike û bal hate kêşan ku di bername, fîlm û rêzefîlmên Tirkiyeyê de hêmanên wek maddeyên hişbir, mafya û fuhuş wek têgehên asayî tên nîşandan û bi teybetî jî bi van polîtîkayan tê xwestin ciwanên Kurdistanê nebin xwedî hişmendî û ji rastiyên civakî dûr bikevin.

Fly Erbil Advertisment