Li Herêma Kurdistanê 1380 kesên bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 365 kes li Hewlêrê, 514 kes li Silêmaniyê, 384 kes li Duhokê, 34 kes li Helebceyê, 63 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1870 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 770 kes li Hewlêrê, 740 kes li Silêmaniyê, 235 kes li Duhokê, 23 kes li Helebceyê, 63 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 308730

Mirin: 5560

Başbûn: 271923

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.