Li Rojavayê Kurdistanê 187 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 187 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 187 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 187 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 97 kes li Hesekê, 47 kes li Qamişlo, 32 kes li Dêrikê, 8 kes li Amûdê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Reqayê û 1 kes li Kampa Rojê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 22831 kesan, ji wan 2012 kes baş bûne û 802 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.