Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa mezin a Eylûlê, dawika şoreşên Kurdistan e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Şoreşa Eylûlê de peyamek belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Şoreşa Eylûlê de peyamek belav kir û ragihand, “Şoreşa mezina Eylûlê, dawika şoreşên Kurdistan e ku yek ji serdemên herî dijwarên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî li bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û li îradeyeke yekgîrtî da kom kir”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Li bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa mezina Eylûlê da, bi rêz û rûmetê ve bîranîna rêberê şoreşê Barzaniyê Nemir û hevalên wî û tevahiya şehîdên şoreşê û Kurdistanê dikîn, silav û rêz ji bo giyanê wan yê pak dişînin û serê rêz û rûmetê li ber wan da ditewînîn.
Şoreşa mezina Eylûlê, dawika şoreşên Kurdistane ku yek ji serdemên herî dijwarên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî li bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û li îradeyeke yekgîrtî da komkir bo ku pêkve û bi navê yek armancê da berengariya sîtem û zordariyê bibin û daxwaza azadî û mafên xwe bikin.
Şoreşa mezina Eylûlê îradeyeke polayîn û bingeheke li gelê Kurdistanê da dirust kir ku êdî tu demekê nedibû bişkê, ji bo wê yekê piştî alîkariyên navdewletiya li şoreşê, demeke kêm de gelê Kurdistanê rêzên rêkxist û dûbare hate nav kora xebat û têkoşîn û rûbirûyê hemû hêz û çek û zebir û zengeke desthilatiya wê demê ya Iraqê bû.
Şoreşa mezina Eylûlê û bandor û pêgeh û dengvedana wê ya li ser asta navçeyê û cîhanê, bûne bingehek ku rêkeftina 11ê adarê û hemû destkeft û pêşketinên piştî wê gelê Kurdistanê li ser avakirin, destkeftê herî mezin jî dirustkirina şanazî û nasnameya niştimanî û neteweyî û îrade û giyanê berengarî û berdewamiyê bû ku gelê Kurdistanê bi îro gihand.
Bila bîranîna şoreşa mezina Eylûlê ku şoreşa tevahiya gelê Kurdistanê bû, bikîn hewên û bingeha yekrêzî û tebayî û pêkvejiyana hemû pêkhatên Kurdistanê û bi heman giyana şoreşê, bi navê paşerojeke baştir û çespandina federalî û parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê da, pêkve hengavan bavêjîn û kar bikîn.
Herdem bilind û bi rûmet bê bîranîna şoreşa mezina Eylûlê û silav û rêz ji bo giyanê pakê şehîdan.