Nûrî Sinir: Hesabê 12ê Îlonê nehatiye pirsîn
41 sal ji ser Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona sala 1980yê derbas bû. Yek ji remzên tundûtûjiya derbeya leşkerî jî girtîgeha Diyarbekirê bû.
Diyarbekir (K24) – Di 41. Salvgera Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de hîn jî mexdurên wê demê di bin bandora êşkenceyên wê demê de ne ku nivîskar Nûrî Sinir dibêje divê Kurd ji dîroka xwe derse werbigrin û balê dikêşe ku tişta herî zehmet ew bu destûr nebû ku bi dayîka xwe re bi Kurdî biaxfe.
41 sal ji ser Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona sala 1980yê derbas bû. Yek ji remzên tundûtûjiya derbeya leşkerî jî girtîgeha Diyarbekirê bû ku di girtîgehê de êşkenceyên giran li Kurdan hatin kirin. Yek ji wan girtiyan jî Nivîskar Nûrî Sinir bû. Nûrî Sinir di 24ê Îlona 1980yê li Stenbolê tê girtin û paşê bo Girtîgeha Diyarbekir tê veguhestin. Sinir di girtîgehê de rastî cureyên herî giran ên êşkenceyê tê û amaje dike armanca îşkenceyan ew bu Kurd ji Kurdbuna xwe şerm bikin û tîne zimên tişta ji bo wî herî giran ew bû ku dayîka wî her hefte dihat wî bibîne lê dayîka wî bi tirkî nedizanî û axaftina bi Kurdî jî qexexe bû, lê wî êşkenceyên herî giran daye ber çavê xwe û dest ji dayîka xwe jî û dest ji zimanê xwe jî bernedaye û bi zimanê dayîkê axifiye.
Nivîskar Nûrî Sinir ji K24ê got: “Dayîka min her hefte dihat min bibîne. Nedizanî bi tirkî, min jî nedikarî Kurdî biaxifim. Carekê min biryar da ku Kurdî biaxifim, min çavê wê nêrî û min got “daye tû çawa yî”. Dayîka min ji keyfa firiya. Got “ez baş im, zarok jî baş in, mereq neke.” Hîn gotina me temam nebûyî zebanî dest avêtin milên min û min ji wir derxistin û lêdaneke giran li min kirin. Lê ez keniyam û min ez bi Kurdî axifîm.”
Nûrî Sinir dibêje Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê berdewamiya gelek karesatên din ên dîrokî ya hatine sere Kurdan e ku berpirsên van karesatan ti caran bi awayek fermî hesabê wan tewanan nedane ji berk u dema tawan dijî Kurdan be bêsiza dimîne. Sinir balê dikêşe ku divê Kurd dîroka xwe baş bizanibin û derse jê bistînin.
Nivîskar Nûrî Sinir diyar dike: “Ewqas, lêdan, êşkence, kuştin, zilm û zordarî hat kirin. Me dixwest ku hesap ji berpirsan were pirsîn û me daxwazname nivîst ku doz li berpirsan were vekirin. Doz hat vekirin û keyfa me hat, me got dê Kenan Evren were darizandin. Lê wisa çênebû. Carekê tenê bi rêya segbîs (înternetê) çend pirs jê hatin kirin û doz wisa hat girtin.”
Nûrî Sinir ê ku bi pirtûka xwe ya bi navê “Ber bi taritiya êşkenceyê ve”ji aliyê Yekîtiya Mirovên Cîhanî ve li Viyanayê bi “Xelata Mirovê Cîhanê” hatiye xelatkirin niha dest bi nivîsa pirtûkek din kiriye ku encamên Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê yên bo Kurdan buyerên piştî derbeyê hatine serê Kurdan di pirtûka xwe de dinirxîne.