Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê rêwiyan dilniya dike
Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê radigihîne, geştkirina bi riya Balafirgeha Hewlêrê asayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê welatiyan dilniya dike û radigihîne, geştkirina bi riya Balafirgeha Hewlêrê asayî ye û ti geştek jî nayê paşxistin.
Rêveberê Balafirgeha Navdewletî Ehmed Wişyar piştî êrîşa li ser balefirgehê ji K24ê re ragihand, geştkirina bi riya Balafirgeha Hewlêrê asayî ye û ti geştek jî nayê paşxistin.
Ehmed Wişyar diyar kir, dema êrîş li balefirgehê hatiye kirin, ti geşt nebûn, piştî êrîşê jî rewşa balfirgehê asayî ye.
Ev di demekê de ye, piştî demjimêr 12:00ê şevê, bi riya çend droneyên bombekirî, êrîşî li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.
Dijeterora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de askere kir, êrîş bi riya du droneyên bombekirî re hate kirin û ti ziyanên canî di encamê de nebûn.