Konsulxaneya Fransayê êrîşa li ser firokxaneya Hewlêrê bi tundî şermezar dike

Konsulxaneya Giştî ya Fransî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevsozî û piştevaniya xwe piştrast dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Fransî li Herêma Kurdistanê di peyameke bi zimanê Kurdî de, êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Konsulxaneya Giştî ya Fransî peyamek bi zimanê Kurdî li twittera xwe belav kir û tê de nivîsî: “Konsulxaneya Giştî ya Fransî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevsozî û piştevaniya xwe piştrast dike.”

Herwiha tekez dike, ev êrîşa nû, destdirêjeyek li ser serweriya Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê ye û nayê qebûlkirin.

Konsulxaneya Giştî ya Fransî daxwaz jî dike, divê hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hebe, ji bo ev kiryarên nearamîya dirust dikin bi dawî bên.