Li Kerkûkê 40 binpêkirinên kandîdan hatin tomarkirin

Ji destpêka kampanyaya hilbijartinê ve, Komîsyona Hilbijartinan tenê li Kerkûkê nêzîkî 40 binpêkirin tomar kirine.

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka kampanyaya hilbijartinê ve, Komîsyona Hilbijartinan tenê li Kerkûkê nêzîkî 40 binpêkirin tomar kirine.

Gelek binpêkirinên kompanyaya hilbijartinê, daliqandina wêne û afîşên kandîdan di cihê qedexekirî de ne. Komîsyona Hilbijartinan jî li ser binpêkaran, cezayên darayî dibire.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê Elî Ebbas ji K24 re got: “Hemû kandîd bi pêwîstiya rakirina wêne û posterên xwe ji cihên qedexekirî hatine agahdarkirin.”

Herwiha got jî: “Yê ku guh nede van fermanan, dê li gorî rênimayên serederî bi wî re were kirin.”

Biryar 10ê Cotmeha bê hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê werin kirin, li Kerkûkê jî 41 navendên dengdanê dê werin danîn.

Derbarê binpêkirinan de, Rêveberê Polîsa Kerkûkê Emîd Kawa Xerîb diyar kir, hêzên ewlehiyê 3 kes bi tometa dirandina wêneyên kandîdan desteserkirin.

Hêz û partiyên siyasî li parêzgeha Kerkûkê ji bo bidestxistina 12 kursiyên li Encûmena Nûneran a Iraqê ku li ser sê bazneyên hilbijartinê hatine dabeşkirin, dest bi kompanyayên hilbijartinê kirine.