Tirkiyê kuştina berpirsekî HPG’ê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina berpirsê pêwendiyên derve yê HPG’ê li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê ragihand.
Wezareta Bergiriya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, berpirsê pêwendiyên derve yê HPG’ê (baskê çekdar ê PKK’ê) Mihemed Emîn Ekîncî (Cewher) li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê hate kuştin.
Li gor ajansa “Anadolu”, bi hemahengî MIT û artêşa Tirkiyê li herêma Gare êrişeke esmanî li ser gerîlayên PKKê hatiye kirin û Mihemed Emîn Ekîncî de hatiye kuştin
Derbarê vê bûyerê de, heta niha HPG’ê ti agahî nedane.