Vîdeo – Talîban li mala Cîgirê Serokê berê yê Efxanistanê gencîneyek dît

Hêzên Tevgera Talîbanê li mala Cîgirê Serokê berê yê Efxanistanê Emrullah Salih şeş milyon dolar û 15 qalib zêr dîtin.

Dîmenek ji pereyên ku li mala Emrullah Salih hatine dîtin, wêne ji vîdeoyê hat wergirtin
Dîmenek ji pereyên ku li mala Emrullah Salih hatine dîtin, wêne ji vîdeoyê hat wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Tevgera Talîbanê li mala Cîgirê Serokê berê yê Efxanistanê Emrullah Salih şeş milyon dolar û 15 qalib zêr dîtin.

Emrullah Salih yek ji neyarên dijwar ên Talîbanê bû û beriya ku ji Kabulê bireve, ragihandibû ku "bi ti awayî ligel terorîstên Talîbanê li ser maseyê nacive".

Piştî ji Kabulê reviya, xwe gihande Pencşîrê û li wir xwe weke Serokê Efxanistanê yê bi wekalet nasand û piştî ku Pencşîr ji aliyê Talîbanê ve hat kontrolkirin, hat îdiakirin ku Emrullah Salih reviyaye Tacikistanê.

Ajansa Xame Press a Efxanî ragihandiye; li mala Emrullah Salih 6 milyon dolar û 15 qalib zêr hatin dîtin.

Li ser serweta ku li mala wî hatiye dîtin, Emrullah Salih hêj zanyariyek eşkere nekiriye.

 

Fly Erbil Advertisment