Xortekî Kurd dibe parlamenterê Parlamentoya Norwêcê

Manî Huseynî
Manî Huseynî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanê Kurd Manî Huseynî yê ji Partiya Karkeran a Norwecê kursiyek di Parlamentoya Norwêcê de bi dest xist.

Ciwanê Kurd Manî Huseynî ku sala 1987an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di sala 1998an de ligel malbata xwe koçberî Norwecê bû.

Manî li Norwecê xwendina xwe ya amadehî û navîn bi dawî kir, pişt re jî fakulteya Zanistên Siyasî xwend û jê derçû, têza wî jî li ser "Doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê" bû.

Manî Huseynî du deman li pey hev wekî serokê rêxistina herî mezin a ciwanan li Norwêcê hate hilbijartin, ku zêdetirî 14 hezar endamên wê hene. Herwiha ew ji bo du deman jî ji bo Parlamentoya Norwêcê hate kandîdkirin û di her du xulekan de ew bû endamê yedek ê partiya xwe.

Manî Huseynî di 2011 de ew wekî dîplomatek stajyer li Balyozxaneya Norwêcî li Abu Dhabi kar kir.

Di sala 2020 an de Manî Huseynî bû serokê rêxistineke partiya xwe, ji bilî xebata xwe ya siyasî, ew niha wekî berpirsiyarê siyasetê yê yek kompanyayên mezin ên hilberîna xwarinê li Norwêcê dixebite.

Manî Huseynî kurê çavdêrê siyasî û medyakar Abdulbaqî Huseynî ye. Ew bi parêzereke Norwêcî re zewicî ye û bavê kur û keçekê ye.