Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 363 kes li Hewlêrê, 479 kes li Silêmaniyê, 312 kes li Duhokê, 38 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1487 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 750 kes li Hewlêrê, 377 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 47 kes li Helebceyê, 65 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 313124
Mirin: 5630
Başbûn: 277918
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.