Dadgeha Ewropa: Tirkiyê mafê Hevşaredarê Sêrtê binpê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di mijara girtina hevşaredarê berê yê Sêrtê Tuncer Bakirxan de, Tirkiye tawanbar dît û biryara qerebûkirinê da.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa da xuyakirin, Tuncer Bakirxan dema Hevşaredarê Sêrtê bû hatiye zîndankirin û bi vî awayê mafên wî yên azadî û dadgehkirineke dadperwerî hatine binpêkirin.
Dadgeha Ewropa her weha biryar da, bi tometên endamtiya rêxistina terorê û bangeşeya rêxistinê bi 10 sal û 10 meh hatiye sizadan ku ew jî binpêkirina mafê azadiya wî ye.
Dadgeha Ewropa, di dozê de aliyê Tirkiyê tawanbar dît û biryar da, divê Tirkiye 10 hezar Euro wek qerebûkirin bide Bakirxan û 3 hezar Euro jî xercên dadgehê bide.