Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê civiya
Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 15ê Îlona 2021ê li Londonê ligel Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Ben Wallace civiya.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 15ê Îlona 2021ê li Londonê ligel Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Ben Wallace civiya.
Di civînê de ku Wezîrê Hêzên Çekdaran û Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê li Iraqê û metirsiyên serhildana DAIŞê guftûgo kirin û hevra bûn ku DAIŞ hê jî li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê û cîhanê jî gef û metirsiyeke rastîne û hê jî piştgîrî û alîkariya civaka navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina wê pêwîst e.
Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya beşdarî û erkê hêzên welatê xwe ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de kir û hemû piştgîriyeke Şahnişîna Yekgirtî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûna terorê de dûpat kir. Her wiha pêzanîn û pesnê jî bo qurbaniyan û rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ya li têkşikandina DAIŞ da, derbirî.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Brîtanya û piştgîrîkirina li Iraq û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî terorê de dûpat kir û hevkariyên serbaziyên Brîtanyayê bilind nirxand, bi taybetî jî balkişand li ser hebûna şêwirmedan û tîmên wan û fêrkirin û rahênana wan ya bi Pêşmerge kir.
Girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna terorê, çaksazî û hengavên ji bo yekxistina Pêşmerge, rewşa emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.