Yekîtiya Ewropa tîmeke çavdêriyê dişîne Iraqê
Seroka tîmê radigihîne, ew destêwerdanê di hilbijartinan de nakin, karê wan tenê çavdêrîkirin e
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropa bo cara yekem bi fermî tîmekê ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan dişîne Iraqê. Seroka Tîmê jî radigihîne, ew destêwerdanê di hilbijartinan de nakin, karê wan tenê çavdêrîkirin e û ji wan re girîng e, hilbijartin bi awayekî aram û pak were kirin.
Nûnera Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê Viola von Cramon di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ji bo cara yekem e Yekîtiya Ewropa tîmeke çavdêrîkirina hilbijartinan bi fermî dişîne Iraqê.”
Got jî: “Em ê nirxandineke bêalî li ser proseya hilbijartinan bikin û bi ti awayî destêwerdanê di karûbarên hilbijartinan de nakin. Tekez dikim, ji me re girîng e hilbijartin bi awayekî aram û pak birêve biçe û ji her tundûtûjiyekê dûr be.”
Nûnera Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê destnîşan kir, ew li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatine çavdêriya hilbijartinan bikin û niha 20 çavdêrên wan dest bi kar kirin.
Diyar kir jî, çavdêrên wan guftûgoyan bi hemû aliyên pêwendîdar ên hilbijartinê dikin û tekez kir ku ew bêalî dimînin û destêwerdanê di karûbarên hilbijartinan de nakin.