Li Rojavayê Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara herî zêde ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara herî zêde ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin. Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 506 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 14 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 23964 kesan, ji wan 2042 kes baş bûne û 824 kesan jî canê xwe ji dest dane.