Serokê berê yê Cezayîrê koça dawî kir
Ebdulezîz Bûteflîqe di temenê xwe yê 84 salî de koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Cezayîrê Ebdulezîz Bûteflîqe di temenê xwe yê 84 salî de koça dawî kir.
Televîzyona fermî ya Cezayîrê vê sibê ragihand; Serokê berê yê Cezayîrê Ebdulezîz Bûteflîqe di temenê xwe yê 84 salî de koça dawî kir. Lê belê li ser sedema mirina wî û derbarê dem û merasîna veşartina cenazeyê de agahî nedane.
Ebdulezîz Bûteflîqe 20 sal Serokê Cezayîrê bû û di sala 2019an de ji ber zexta xwepêşanderan, dest ji kar kişandibû. Sala 2013an tûşî celteya mejî bûbû, lê nedixwest dest ji karê xwe berde. Di salên pêncî û şêstan de li dijî dagirkeriya Fransayê şer kiribû.