Pêleke din a vîrusa Koronayê berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê

Nişteciyên du gundên Rojhilatê Kurdistanê hemû bi Koronayê ketine.

Hewlêr (K24) - Pêleke din a vîrusa Koronayê (Covid-19) berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, Zanîngeha Tibê ya Sineyê radigihîne ku nexweşxaneyên parêzgeha Sineyê tije bûne û êdî nikarin pêketiyên din werbigrin. Herwiha li parêzgeha Urmiyê jî di nava 24 demjimêran de 27 kesên din bi vê vîrusê canê xwe ji dest dan. Li Îlamê jî nişteciyên du gundan hemû bi vîrusa Koronayê ketin.

Cîgirê Serokê Zanîngeha Tibê ya Sineyê Seyîd Cedîd Îslamî ragihand; li Sineyê nexweşxaneyên Koronayê tije bûne û niha ji bo wergirtina pêketiyên din cih tune ye.

Seyîd Cedîd Îslamî diyar kiriye ku parêzgeha Sineyê xeta sor a belavbûna vîrusa Koronayê derbas kiriye û ber bi rewşeke awarte diçe. Nêzîkî 900 pêketiyên Koronayê li Sineyê li nexweşxaneyan tedawî dibin, heta niha jî hezar û 666 kesan ji ber vê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Her çiqas rayedarên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê behsa kêmbûna hejmara pêketiyan dikin, lê belê amarên rojane yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bilind dibin, di nava 24 demjimêran de 27 kesên din li parêzgeha Urmiyê canê xwe ji dest dan, di heman demê de nêzîkî 1500 kesên din jî bi vê vîrusê ketin.

Li aliyekî, navenda rûbirûbûna Koronayê ya li Urmiyê di daxuyaniyekê de dibêje rewşa zêdebûna Koronayê li parêzgehê ber bi kontrolkirinê ve diçe, lê belê li Îlamê rewş ber bi xirabiyê ve diçe. Zanîngeha Tibê ya Îlamê eşkere kir ku nişteciyên du gundan hemû bi Koronayê ketine.