Li Herêma Kurdistanê 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê ji koma 317 hezar pêketiyên Koronayê, 283 hezar pêketî baş bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 634 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 634 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 51 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 472 kes li Duhokê û 32 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes li ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1412 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 317567

Mirin: 5695

Başbûn: 283874

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.