Cramon: Erkê me çavdêrîkirina hilbijartinan e û destêwerdanê nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê radigihîne, armanca wan çavdêrîkirina proseya hilbijartinê ye, hebûna wan jî hewlek e ji bo baweriya welatiyan bi hilbijartinan hebe.

Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ev yekemîn şanda Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê ye. Em li vir in ji bo baweriya welatiyan bi hilbijartinan zêde bibe.”

Got jî: “Em tenê ji bo çavdêrîkirin û nirxandina proseya hilbijartinê li vir in. Şandeya Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan, serbixwe û bêalî ye û bi ti awayekî destêwerdanê di hilbijartinan de nake.”

Diyar kir jî: “Karê me ew e, hilbijartin di çarçoveya yasayeke yasayî de birêv biçe û çavdêrîkirina çalakiyên bangeşeya hilbijartinê bi giştî ye.”