Li Rojavayê Kurdistanê 262 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 262 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 262 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 262 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 23 kes li Hesekê, 72 kes li Qamişlo, 40 kes li Dêrikê, 8 kes li Girkê Legê, 2 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Rimêlan, 2 kes li Cil Axa, 7 kes li Amûdê, 17 kes li Kobanî, 57 kes li Reqayê, 21 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê, 3 kes li Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 25018 kesan, ji wan 2066 kes baş bûne û 842 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.