Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingeha sayloya Duhokê datîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 20ê Îlona 2021ê kevirê bingeha projeya sayloya Duhokê datîne.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 20ê Îlona 2021ê kevirê bingeha projeya sayloya Duhokê datîne.
Di merasîmekê de bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî û Parêzgarê Duhokê Elî Teter kevirê bingeha sayloya Duhokê tê danîn.
Çêkirina sayloya Duhokê, bi hevbeşiya ji aliyê sektora taybet ve tê cîbicîkirin û armanc jê wergirtina genimê cotkaran e.
Ev di demekê de ye ku li gor datayên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Duhokê di rûberê 833 hezar û 142 donim zevî de genim tê çandin û berhema wê 444 hezar û 486 ton e.
Beriya niha jî di çarçoveya bazarkirina genimê cotkaran de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê saylo vekirin û îsal jî genimê cotkaran li her du sayloyan hatin wergirtin.